Îraqî dîsa ketin nava tariyê de

niha rojane tenê 800 miliyon metre sêca gaz dişîne Îraqê.
کوردستان TV
100%

Îran gaz li ser Îraqê qut kiriye.

Wezareta elektirîkê ya Îraqê daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye ku jiber qerên xwe yên ku hîn jî ji Îraqê nestendiye, Îran henarde kirina gazê bo Îraqê ra girtiye.

Di daxuyaniya wezareta elktirîkê de hatiye diyar kirin ku 4 ji wan boriyên ku Îran bi rêya wan gaza xwezayî henardeya Îraqê dikir, jiber qerên xwe, ra girtiye.

Di beşeke din ji daxuyaniyê de wezaretê qala vê yekê kiriye ku Îran ji ber qerên xwe yên ku hîn jî ji Îraqê wer negirtiye, rojane tenê 8 miliyon û 500 metre sêca gaza xwezayî dişîne Îraqê, ev di demekê deye ku dibaya Îran rojane 50 miliyon metre sêca gaz bişîne bo Îraqê lê jiber ku Îraq pereyên Îranê nedaye, Îran henarde kirina gazê ra girtiye û niha welatiyên Îraqê 2 roje bê elektirîkin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.