Konsulusê Koreya Başûr xatir ji Serok Barzanî xwest

Serok Barzanî dibêje Choi Kwang-Jin dostekî hêja yê gelê Kurde.
کوردستان TV
100%

Dema pîwerdariya wî bi dawî hatiye.

Îro li Pîrmamê Konsulusê giştî yê Koreya Başûr yê li Hewlêrê Choi Kwang-Jin serdana Serok Barzanî kir.

Di civînê de Konsulusê Koreya Başûr diyar kir ku ev serdan bo xatir xwestinê ye jiber ku dema pîwerdariya wî li Kurdistanê bi dawî hatiye.

Nav hatî spasiya mezûbanî û mêwandariya gelê Kurdistan û hikûmeta Kurdistanê kir û anî ziman ku gelek kêfxweşe ku ev çend sale li Hewlêrê weke Konsulus xebitiye û nêzî gelê Kurd û çanda gelê Kurdistanêa bûye.

Choi Kwang-Jin di berdewamiya axaftinên xwe de behsa rola hêzên Zeytûn yên Koreya başûr bo pere pêdana têkiliyên navbera Koreya Başûr û Kurdistanê kir û her du alî tekez li ser bihêztir kirina têkiliyan kirin û Serok Barzanî jî Choi Kwang-Jin weke dosteke hêja ya gelê Kurd binav kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Pêşhatên prosesa siyasiya Îraqê mijarên din yên civînê bûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.