Serokwezîr dibêje em rola wî ji bîr nakin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Konsulusê Koreya Başûr li Hewlêrê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro duşem 24ê Çiraya Paşê ya 2022an me pêşwaziya Konsulusê giştî yê Koreya Başûr yê li herêma Kurdistanê Choi Kwang – Jin kir ku bo xatir xwestinê serdana me kiribû.
Di civînê de me bi rêzdarî behsa rola Konsulusê giştî yê Koreya Başûr bo pêşde birina têkiliyên li gel herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest di pîwerdariya nû de.
Konsulusê giştî yê Koreya Başûr jî spasiya hemahengiya dezgehên hikûmeta herêmê li gel Konsulusxaneya welatê xwe kir û tekez li ser vê yekê kir ku hertim Kurdistan weke mala xwe dizane û mêwan dostiya xelkê Kurdistanê ji bîr nake.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin