Danûstandinên navbera Îran û welatên Rojavayê berdewamin.
Di çarçoveya danûstandinên navbera Îran û welatên Rojavayî derbarê bernameya etomî ya Îranê de, Îran gazindan ji welatên Rojavayî dike.
Rayedarên Îranî dibêjin ku welatên Rojavayî hewl didin ku naveroka danûstandinan biguherînin û Îran neçarî îmze kirina lihev kirineke demkî bikin.
Îran dibêje ev bi ti awayî lihev kirineke demkî qebûl nake jiber ku lihev kirina demkî ne rûn û eşkereye û Îran daxwaza rêkeftineke mayinde û eşkere dike.
Îran herwiha diyar kiriye ku lazime di rêkeftinê de erk û berpirsiyartiyên her du aliyan bi zelalî werin eşkere kirin û her du alî jî pêbendî erk û berpirsiyartiyên xwe bin.
Weke tê zanîn heta nih 8 gerên danûstandinên navbera Îran û welatên Rojavayê hatine lidarxistin lê heta niha ti encameke wan nebûye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin