Erbil 38°C Thursday 18 Sep 11:42

Dîsa êrîşî Ebû Zebî hate kirin

heta niha zirarên êrîşê nehatine diyarkirin.
کوردستان TV
100%

Du caran êrîşî ser Ebû Zebî hatiye kirin.

Li gor jêderên nûçeyan duhê direngiya şevê, bi mûşekan êrîşî ser paytexta Îmaratê Ebû Zebiyê hatiye kirin.

Çavkaniyên medyayî behsa vê yekê dikin ku du caran êrîş pêk hatiye û her du caran jî dengên teqînên gelek mezin hatine bihîstin.

Heta niha derbarê zirarên êrîşan de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

Weke tê zanîn di dawiya meha derbasbûyî de çekdarên Hûsî bi dorneyên Îranî êrîşî ser Ebû Zebî kiribûn.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.