Erbil 38°C Thursday 19 Jun 12:57

Îraq jî dest bi ava kirina dîwaran dike

Îraq dixwaze bi rêya dîwaran pêşî ji hatina terorîstên DIŞIê bigire.
کوردستان TV
100%

Vê li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê dîwar werin avakirin.

Li gor çapemeniya Îraqê, hikûmet û artêşa vê welatî biryar dane daku li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê dîwarên mezin çê bikin.

Rayedarên Îraqî ji çapemeniya vê welatî re ragihandine ku aliyên têkildar dest bi amadekarî bo ava kirina dîwaran li ser sînoran bi mebesta pêşî girtin ji hatina terorîstên DIŞIê ji Sûriyeyê bo Îraqê kirine.

Weke tê zanîn îro Serokê komên çekdar yên heşda şebî Falih Feyaz serdana Sûriyeyê kiribû û li Dîmeşqê li gel Beşar Esed jî civiya bû.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.