Erbil 38°C Tuesday 22 Apr 16:46

Sedir daxwazek pêşkêşî Parlementerên serbixwe dike

parlementoya Îraqê bo hilbijartina Serokkomar vê 26ê Adarê bicive.
کوردستان TV
100%

Dibêje beşdarî di civîna parlementoyê de bikin.

Serokê tevgera Sedir, Muqteda Sedir derbarê civîna parlementoya Îraqê yaku biryare roja 26ê Adarê were lidarxistin, peyamek pêşkêşî parlementeran bi taybetî parlementerên serbixwe kiriye.

Sedir di peyama xwe de daxwaz ji parlementerên serbixwe kiriye daku beşdarî di civîna parlementoyê de bikin û di prosesa dengdana hilbijartina Serokkomarê Îraqê de beşdar bin.

Sedir ji wan parlementeran re gotiye em dikarin li hember de di nava hikûmeteke nîştimanî û birêve birina Îraqê de roleke berçav didin we.

Weke tê zanîn biryare 26ê Adarê parlementoya Îraqê bo hilbijartina Serokkomarê vê welatî bicive.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.