Erbil 38°C Tuesday 22 Apr 11:24

Serê 4 kesan hate jêkirin

ev şiwanên han beriya çend mehan ji aliyê terorîstan ve hatibûn girtin.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatiye jêkirin.

Li gor zaniyariyên ku rayedarên Îraqê dane, îro şemî, hêzên ewlekarî yên Îraqê karîne li devera girava Xizir ya li parêzgeha Nînovayê, termê 4 Şiwanên ku beriya demekê ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatibûn revandin bibînin.

Ev her 4 Şiwanên Ereb ku du ji wan ji eşîreta Şemer û 2yên din jî ji eşîreteke dinin, beriya çend mehan ji aliyê terorîstên DIŞIê ve li Nînovayê hatibûn revandin û îro şemî laşên wan bi ser jêkirî li girava Xizir ya li heman parêzgehê hatine dîtin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.