Îro li Bexdayê 8 xwepîşandan hatin organîzekirin.
Îro yekşem 27ê Adara 2022an, li Bexdaya paytext 8 komên curbicur bi awayeke cuda 8 xwepîşandan dane destpê kirin.
Ev xwepîşandanên han her yek ji wan li berdem sazî û dezgeheke fermî ya hikûmetê ye û welatiyên xwepîşander, daxwazên xwe pêşkêşî aliyên têkildar dikin.
Xwepîşandanên ku hatine organîzekirin, ji aliyê saziyên medenî û komên curbicur yên civakî ve hatine organîzekirin.
Piraniya wan xwepîşandanan taybetin bi xwendekar û mamosteyên zanîngehan, çekdarên ku ji kar hatine avêtin û nebûna xizmetgozariyan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin