Di nava du rojan de du bîrên mezin hatine lêdan.
Birêveberê giştî yê bîrên petrolê ya ser bi wezareta petrolê ya Îraqê Basim Ebdulkerîm Nasir ragihand ku hewldanên wan yên bo lêdana bîrên petrolê li Îraqê berewamin.
Nasir eşkere kiriye ku di nava du rojên derbasbûyî de li başûr û naverasta Îraqê du bîrên din yên petrolê hatine lêdan û bi vê awayî ji destpêka sala 2022an ve heta niha bi giştî 92 bîrên nû yên petrolê hatine lêdan.
Nav hatî ev yek eşkere kiriye ku lêdana bîran li ser esasê pêşniyarên kompaniyên petrolê yên navxwe û biyanî hatiye kirin û armanc ji lêdana bîran jî zêde kirina asta hêlbirîna petrola Îraqê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin