Kuştî û birîndarên artêşa Sûriyeyê hene.
Li gor çapemeniya Sûrî, şeva derbasbûyî balefirên şer yên Îsraîlê dedorê Dîmeşq û parêzgeha Tertûs kirine armanca êrîşên xwe.
Di encama wan êrîşan de yên ku, bo ser çend cîhan hatine kirin, herî kêm 3 leşkerên rejîma Sûrî hatine kuştin û çend leşkerên din jî birîndar bûne.
Çapemeniya Sûrî jî diyar kiriye ku balefirên Îsraîlî bi rêya asmanê Libnanê ve ev êrîşên han pêk anîne.
Ji aliyeke din ve navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûrî jî belav kiriye ku Îsraîl navenda çekdarên Îranî bordiman kiriye û di encama bordimanê de gelek kuştî û birîndarên çekdarên Îranî çê bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin