Dibêje alzime aliyên têkildar hewlên cidî bo dîtina êrîşkaran bidin.
Serok Barzanî peyamek derbarê êrîşa duhê bişev ya li Nisibînê ya li ser malbeteke herêma Kurdistanê peyamek weşand ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi rûdana êrîşkirine li ser çend welatiyên Herêma Kurdistanê li parêzgeha Mêrdînê Tirkiyeyê gelek xemgînim. Sersaxiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyên wê êrîşê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ji wê yekê piştrastim ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel aliyên peywendîdar yên Tirkiyeyê hewleke cidî û tevahî dide bo ku rastiyên wê rûdanê bêne eşkere kirin û encamderên wê tawanê peyda bikin û werin cezakirin.
Mesûd Barzanî
19.01.2023
 
 
                 
                             
                             
                             
                             
    
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin