Li Bexdayê ji aliyê îstîxbarata Îraqê ve hatiye girtin.
Li gor nûçeyeke ajansa fermî ya nûçeyan ya Îraqê, duhê îstîxbarata Îraqê piştî çend mehan çavdêriyê, kariye li navçeya Letîfiye ya li Bexdayê berpirsekî mezin û metirsîdar yê DIŞIê binçav bike.
Ev berpirsê DIŞI ku, di sala 2014an de çûye nava refên DIŞIê, Fermandarê tîmên danerên bombe û çalakiyên terorîstî li Mûsil, Enbar û Diyalayê bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin