Behsa têkiliyên navbera Urdin û Kurdistanê kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê tendirostî yê Urdinê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya wezîrê tendirostî yê şahnişîna Urdinê birêz Fîras Elhewarî û şandeke pê re kir.
Wezîrê tendirostî yê Urdinê silav û rêzên xwedan şiko şah Ebdulahê duyem şahê Urdinê gehandine me û madebûna welatê xwe jî bo her cure hevkarî û hemahengiyek li gel hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir.
Di civînê de me behsa têkiliyên dîrokî û taybetî yên di navbera herêma Kurdistan û Urdinê de kir û spasî û rêzdariya herêma Kurdistanê bo hevkarî û piştîvaniyên berdewam yên Urdinê bi taybetî xwedan şiko şah Ebdulah ji herêma Kurdistanê diyar kir.
Mijareke din ya sereke ya civîna me taybet bû bi pere pêdana têkiliyên du alî di warê tendirostî û fêde wergirtin ji ezmûna serkeftî ya şahnişîna Urdistanê di warê tendirostî de bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin