Serokê Kurdistanê û balyozê Sûdanê yê li Bexdayê behsa rewşa deverê kirin.
Îro li Selahedînê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya balyozê Sûdanê yê li Bexdayê Yasîn Ewez Îsmaîl kir.
Di destpêka civînê de balyozê Sûdanê Yasîn Ewez Îsmaîl silav û rêzên Serok û gelê Sûdanê gehande Serk Barzanî û diyar kir ku dema erkdariya vî weke Konsulusê giştî yê Sûdanê yê li Hewlêrê bidwî hatiye û weke balyozê Sûdanê yê li Bexdayê hatiye destnîşankirin.
Yasîn Ewez Îsmaîl herwiha diyar kir ku di nava çend rojên pêşiya me de vê konsulusê nû yê Sûdanê yê bo Hewlêrê were destnîşankirin.
Îsmaîl herwiha spasiya xwe û welatê xwe jî pêşkêşî Serok Barzanî, gel û hikûmeta Kurdistanê û ragihand ku ew ji rewşa niha fêm dikin û rastiyên heyî jî vê ji berpirsên xwe re veguhazin.
Li hember de jî Serok Barzanî li gel bixêr hatin kirina Îsmaîl, hêviya serkeftinê erkên nû de ji bo vî xwest.
Serok Barzanî herwiha kêfxweşiya xwe jî ya li hember pêşde çûyîna asta têkiliyên navbera her du aliyan diyar kir û ezmûna Sûdanê ya ji bo çareser kirina kêşeyên navxweyî bi ezmûneke baş nirxand.
Di berdewamiya civîna han de behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya Kurdistan, Îraq û deverê hate nirxandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin