Piştî koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengîya Erebîstana Saudî, dorpêça ku 3 hefte ne ne li Yemenê didomîne sist kir, gemîya pêşî ya bo alîkarîya xwarinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) giheşt wî welatî.
Gemiya ku têde bi tonan genim heye, li ber Bendera Safî ya di deste Husîyên Şîa de rawestiya.
Karbidestên NY’ê didin zanin ku xwarina di gemîyê de wê bo mehekê têra 1,8 mîlyon kesên ku li bakurê Yemenê dijîn, bike.
Gemiyeke din ya bazirganî jî, ku têde 5500 ton genim heye, giheşt Bendera Hudeyda ya di destê Husiyan de.
Roja Şemiyê jî destûr hatibû dayîn ku firokên alîkarîyê dakevin Sana ya paytaxta Yemenê.
Karbidestên Sindoqa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) diyar kir di firokan de 1,9 mîlyon derzî hene lê ‘’li gor pêwîstiya li Yemenê pir hindik in.’’
Li Yemenê, şer ji du sal zêdetir e didome. Li gor sazîyên alîkarî, pêwîstîya 20 mîlyon kes bi alîkariya mirovî heye û 400,000 hezar ji wan zarok, 11 mîlyon kes bi xwarin û vexwarina pir qels dijîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin