YEê dema sepandina gemaroyên ser Rûsyayê bo 6 mehên din dirêj kir.
Serokê Konseya Ewrûpa Donald Tusk li ser pêgeha xwe ya li Twitterê derbarê naveroka civîna rayedarên YEê de hin zaniyarî belav kir.
Donald Tusk belav kiriye ku di civînê de rayedarên YEê li ser dirêj kirina dema gemaroyên YEê yên li ser Rûsyayê li hev kirine û jiber ku Rûsya bo pêvajoya aştiyê ya li Ukraynayê gav neavêtiye, biyrar hate dayîn daku gemaroyên ser Rûsyayê 6 mehin din werin dirêj kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin