Şahê Urdinê her dû birayên xwe û pismamê xwe ji erka wan dûr xist
Şahê Urdinê Ebdulah her dû birayên xwe Feysal û Alîfrom û pismamê xwe Telal ji erka wan girt. Navên ku şah Ebdulah ji erk girt, di artêşê de roleke girîng dilîstin.
Hat ragehandin Şah Ebdûlah ji bo ku pêşiya kurê xwe Hûseyîn veke ev gav avêtiye. Tê gotin Hûseyîn di akademiyeke leşkerî ya Brîtanya de mezûn bûye û wê demê pêşde di artêşê de bê ser erkên girîng.
Li gor zagona Urdinê Ebdulah wekî ku bixwaze dikare endamên hûkumetê ji erka wan dûr bixe û di heman demê de bîne ser erk jî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin