Rêberê Hizbullahê Hasan Nasrallah protestoyên li Îranê rexne kir û dîyar kir ku dê xeyalên Serokê Amerîka Donald Trump pêk neyên.
Nasrallah ji kanala Al Mayadeen’ê re, ku nêzî Hizbullahê weşanê dike, da zanîn ku protesto ne mezin in û bi bûyerên sala 2009’an re nikare bê muqayese kirin.
Nasrallah dîyar kir ku protesto jiber kêşeyên aborî li dar dikevin, lê ‘’hêzên derve yên wek Amerîka, Îsraîl û Erebîstana Saudî hewil didin tiştên din jê derxînin’’
Rêberê Hizbullahê da zanîn ku dê ‘’xeyalên Trump û kesên dixwazin bi mezinkirina protestoyan rejîmê hilweşînin pêk neyên.
Li bajarê Meşhed ya Îranê hefteya borî protestoyan jiber kêşeyên aborî destpê kiribû û bi daxwazên siyasî li seranserê welêt belav bûbû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin