Erbil 38°C Thursday 18 Sep 11:32

Misir operasyona li dijî Efrînê red dike

Misir dibêje ev operasyona han nayê qebûlkirin
کوردستان TV
100%

Misirê êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê şermezar kir û ragihand, êrîşa êrîşa Tirkiyê serweriya Sûriyê binpê dike û hewlên bo çareseriyên siyasî li Sûriyê têk dide.

Wezareta Derve ya Misirê di daxuyaniyekê de operasyona artêşa Tirkiyê ya li dijî Efrînê red kir û ragihand, Misir her bijardeyeke leşkerî red dike, ji bo ew dibe sedema azara zêde ya gelê Sûriyê.

Herwiha daxuyaniyê daxwaz ji hemû pêkhateyên Sûrî kir, ku di çarçova proseyeke siyasî de danûstandinên cidî bikin, bêyî ku aliyek bê piştguhxistin ligel parastina yekperçeyîya xaka Sûriyê.

Sererkaniya Tirkiye duh bi daxuyaniyekê operasyona li dijî Efrînê ya bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” ragihand.

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ragihand, operasyona li dijî Efrînê dê li ser 4 qonaxan be û dê herêmek tampon bi kûrahiya 30 K.M ava bikin.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.