Tirkiye li Efrînê rehim bi mizgeft û goristanan jî nake

Tirkiye li Efrînê rehim bi mirî û mizgeftan jî nake
کوردستان TV
100%

Artêşa Tirkiyeyê mizgeft û goristanên Efrînê bordiman kir.

Ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê, SANA, ragihand, artêşa Tirkiyê mizgef û goristanên Efrînê jî dide ber bombeyan û wêran dike.

Ev 9 roj in artêşa Tirkiyê bi hemû hêza xwe êrişî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dike. Heta niha bi dehan sivîl hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Ajansa fermî ya Sûriyê, SANA ragihandiye, ji destpêka operasyona Efrînê de heta niha 86 sivîl hatine kuştin û nêzîkî 200 kes jî birîndar bûne.

SANA her wiha daye zanîn, artêşa Tirkiyê çi dikeve bombebaran dike, heta niha gelek mizgeft û goristanê jî wêran kiriye.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.