Îstîxbarata alman bi Amerîkayê re li Iraq û Sûriyeyê tevlî operasyonên veşartî dibe
Kovara Der Spiegel a Almanyayê, di nûçeya xwe de ragihand ku îstîxbarata alman bi Amerîkayê re li Iraq û Sûriyeyê tevlî operasyonên veşartî dibe.
Kovara Der Spiegel a Almanyayê, di hejmara xwe ya dawî de ragihand ku Saziya Îstîxbarata Federal a Almanyayê (BND) bi Amerîkayê re li Iraq û Sûriyeyê tevlî operasyonên veşartî yên dijî rêxistina terorîst a DIŞIê dibe.
Li gor nûçeya Der Spiegelê, ajanên BNDê ji meha cotmehê ve di operasyona ku Gallant Phonex de hatiye binavkirin de tevlî operasyonan dibin. Li gor BNDê tevlîbûna operasyonên dijî DIŞIê ji bo pêşeroja Ewropayê pir girîng e.
Heta niha ne hikûmeta federal ne jî Saziya Îstîxbarata Federal a Almanyayê derheqê nûçeya Der Spiegelê de daxuyanî nedaye. Operasyona Gallant Phonex ku 21 welat tevlî bûne ji baregeha leşkerî ya Amerîkayê li Urdinê tê birêvebirin. Armanca operasyonê derheqê DIŞIê de berhevkirina agahî û doneyan e.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin