Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netenyahûyî ragihand ku derbeyên giran li hêzên Îran û Sûriyeyê xistine û dê li dijî her hewldanê jî bi heman awayî berdewam bikin.
Netenyahû di destpêka danişînele hikûmetê ya heftane de axivî û got: Berî çend deqîqeyan ez bi telefonê bi navîgatorî re axivîm û kêfxweş bûm ku baş bûye. Herwiha kêfxweş im ku rewşa pîlotî jî baş dibe û hêvî dikim zûtirîn dem bi temamî sax bibe."
Serokwezîrê îsraîlî axiftina xwe wiha dewam kir: Em silavê li pîlot, leşker û fermandarên xwe dikin û di serî de li sererkaniya giştî ya parastinê dikin. Ew dewleta Îsraîlê diparêzin û em bi wan serbilind in.
Li gorî Berdevkê Serokwezîrîtiya Îsraîlê a Ragihandina Erebî Ofîr Cendelmanî got ku Netenyahûyî gotiye: "Me derbeyên giran li hêzên Îranê û Sûriyeyê xistine. Me ji her kesî re bi zelalî eşkere kir ku rêbazên me yên xebatê dê qet neguherin û em ê li dijî her hewldanekê lê bidin. Siyaseta me ev bû û dê her wiha bimîne."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin