Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyê li hev kirine ku leşkerên artêşa Sûriyê derbasî bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bibin.
Yek ji serkirdetiya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Şexo Bilo ji Rûdawê re ragihad ku rêkeftinek di navbera HSDê û artêşa Sûriyê de çê bû û sibe artêşa Sûriyeyê derbasî Efrînê dibe.
Eger ev lihev kirina han pêk were vê demê mimkune ya êrîşên Tirkiyeyê yên bo ser Efrînê rawestin anjî vê pevçûn di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de biqewme.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin