Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di derbarê rewşa Efrînê û Sûriyê de ragihand ku divê rejîma Sûriyê bi Kurdan re bikeve diyalogê.
Sergey Lavrov li Moskovayê piştî civîna li gel Wezîrê Derve yê Slovenyayê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Di vê civînê de Lavrov bang li Beşar Esad kir ku bi Kurdan bikeve diyalogê û wiha axivî: ‘Ji bo rewşa Efrînê û çawaniya çareserkirina wê. Me gelek caran gotibû ku çareseriyê çi pirsê û hemû pirsên ku hîn li Sûriyeyê hene û xerabtir dibin, bi rêzgirtina li serwerî û yekîtiya axa Komara Erebî ya Sûrî pêkan e. Ev pîvan cîhanî ye.’
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin