Erbil 38°C Thursday 13 Nov 12:19

Kremlin: Welatên piştgiriya terorîstan kir, berpirsyarên rewşa li Gutayê ne

Rûsiya peyam da hin welatên herêmî
کوردستان TV
100%

Berdevkê Kremlinê mitry Peskovî ragihand ku welatên piştgiriya terorîsên Gutaya Rojhilatî ya çoltera Şamê dikin, berpirsyarên geşedanên dawî ne.

Peskovî civîneke çapemeniyê li dar xist, bersiva pirsên ku Moskowê bi wendahiyên canî yên li Gutaya Rojhilatî tawanbar dikin da û got: Ew kesên ku piştgiriyê didin terorîsên li wê herêmê ne, berpirsyarên rewşa li Gutaya Rojhilatî ne. Ne Rûsya, ne Sûriye, ne Îran û ne jî di nav koma wan welatan de ne. Nexasim ev hersê welat li Sûriyeyê têkoşîneke xurt li dijî terorîstan dimeşînin."

Kuweyt û Swêdê pêşnûmayek pêşkêşî Konseya Ewlekariya NYyê kiribû ku bo 30 rojan agirbes were ragihandin. Ji Peskovî hat pirsîn bê gelo Rûsya dê piştgiriyê bide wê pêşnûmayê yan na.

Peskovî wiha got: "Ez niha nikarim bersiva vê bidin. Misyonê me yê dîplomatîk ê li new Yorkê bi vê mijarê re têkilîdar dibe. Eger hûn vê pirsyarê ji Wezareta Derve bikin, dê baştir be."

Tê payîn ku ew pêşnûma îro were gotûbêjkirin.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.