Erebistana Siûdî: Eger Îran bombeya nukleerî çêbike, em ê jî çêbikin

Siûdiye jî dixwaze çekên nûklerî çê bike
کوردستان TV
100%

Velîehtê Erebistana Siûdî Muhammed bîn Selman ji televîzyona CBSê re axivî û diyar kir ku, "Em naxwazin bombeya nukleerî ya me hebe, lê eger Îran bombeya nukleerî bipêş bixe bêguman em jî heman tiştî dê çêbikin."

Velîehtê Erebistana Siûdî Muhammed bîn Selman ji Norah O'Donell yê ji televîzyona CBSê ku li Amerîkayê weşanê dike re axivî. Prensê siûdî di axaftina xwe de Îranê kir hedef û got: "Erebistana Siûdî naxwaze ku bombeya nukleerî ya wê çêbibe, lê eger Îran bombeya nukleerî bipêş bixe bêguman em ê jî heman tiştî çêbikin. "

Prensê siûdî di hevpeyvîna xwe de serokê rûhanî yê Îranê Ayetûllah Elî Xamaney şiband serokê Naziyan Adolf Hitler û wiha pê de çû: "Xamaney jî wek Hitler ku polîtîkaên dagirkeriyê dimeşand, dimeşîne û projeya xwe dixwaze li Rojhilata Navîn ava bike."

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.