Welîehdê Erebistana Siûdiyê Mûhemmed Bin Selman bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re hevdîtin kir.
Welîehd Bin Selman li Navenda Giştî ya NYê digel Guterres rûnişt. Di hevdîtinê de Erebistana Siûdî û Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî ji bo Yemenê 930 milyon dolar alîkariya mirovî pêşkêş kirin.
Piştî hevdîtinê Bin Selman bêyî daxuyaniyê çû lê Wezîrê Karên Derve Cubeyr bersiv da pirsên rojnamegeran.
Cubeyr destnîşan kir ku Bin Selman û Guterres hevdîtineke sûdmend pêk anîn û herwisa got ku wekî bersiva bangewaziya NYê, Erebistana Siûdî û Îmaratê ji bo piştevaniya alîkariyên mirovî li Yemenê, 930 milyon dolar pere bexişandine.
Cubeyr got ku ji bo binesazî û mezinkirina kapasîteya lîmanên wê, wan rasterast 70 milyon dolarê din jî wekî alîkarî da Yemenê. Cubeyr herwiha got ku di hevdîtinê de rewşa li Yemenê û "midaxaleya Îranê ya li ser vî welatî" jî hatin rojevê.
- "Erebistana Siûdî wî mafê xwe di destê xwe de digire ku bersivê bide Îranê"
Cubeyr destnîşan kir ku Guterres, êrişa fuzeya balîstîk a ku pêr ji aliyê Hûsiyan ve ji Yemenê li dijî Erebistana Siûdî hat kirin, şermezar kir. Herwiha Cubeyr îdia kir ku ev fuze yên Îranê ne.
Cubeyr, Îran bi wê yekê tawanbar kir ku ambargoya çekan a NYê ya dijî Yemenê binpê dike û got emilandina van çekan nayê qebûlkirin û wiha axivî, "Erebistana Siûdî wî mafê xwe di destê xwe de digire ku di demeke guncan de bi awayekî munasib bersivê bide Îranê."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin