Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Welatên Erebî ku li Paytexta Erebîstana Siûdî Riyadê kom bibûn bi yek dengek diyar kirin ku bidestxistina Efrînê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve dagirkerkirine û Enqere şermezar kir.
Li gor nûçeya Frans Pressê (FP), Wezîrê Karên Derve yên Yekîtiya Welatên Ereb ji bo amadehiya zîrweya Yekîtiya Welatên Ereban 29'ê Nîsanê ku li bajarê Zahrana Erebistana Siûdî were lidarxistin li Riyadê civînek pêk anîn. Wezîrên Karên Derve yên welatên ereb bidestxistina Efrînê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve dagirkerine û şermezar kirin.
Di daxuyaniya piştî civînê de hat ragihandin ku dagirkeriya Tirkiye ya Efrînê wê tu çareseriyekê ji pirsgirêka Sûriyeyê re çêneke.
Yekîtiya Welatên Erebî di berdewamiya daxuyaniya xwe de destwerdana Îranê ya nava Sûriyeyê şermezar kir û got: "Destdirêjiya Îranê ya nava Sûriyeyê nayê qebûlkirin."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin