Piştî êrişa Amerîka (DYA)-Brîtanya-Fransayê şeva duşemê ji ber ku bi xeletî sîrenên pergalên parastinê xebitîn moşekên ku li hewayê bergiriyê dikin ketin nava tevgerê Sûriyeyî ketin nava şayişê lê paşê derket holê ku ev ji ber êrişa elektronîk a Amerîka û Îdraîlê ye û alarmeke xelet e
Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê ragihand ku bi ji ber alarma xelet pergalên parastinê bi şaşî ketine nava tevgerê.
Fermandarekî hêzên hevalbend ê ku piştgiriya Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esad dike ji Reutersê re axivî û da zanîn ku arizaya teknîki ji ber erîşa elektronî a Amerîka û Îsraîlê pêk hatiye.
Ji Balafirxaneya Navdewletî ya Refîq Herîrî ya li Libnanê ji Spûtnîkê re axivî û got ne Îsraîlê ev êriş pêk aniye lewra "li gorî dema herêmî di navbera demjimêr 21.00-01.30ê de di qada hewayî ya Libnanê tu balafirên şerî yê Îsraîlê tune bûn."
Wezareta Brevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) û Wezareta Berevaniyê ya Brîtanyayê diyar kirin ku wê demê li herêmê tu çalakiyên leşkerî pêk ne anîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin