Pasdarên Îranê keriyek hespên kolberan kuştin û barên wan jî talan kirin.
Pêr bi şev pasdarên Îranê li devera Mîrawe ya bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê, gule avêtin komek kolberên Rojhilatî, ku dixwastin derbasî aliyê Başûr bibin.
Li gorî agahiyan, kolberên belengaz ji tirsa canê xwe hespên xwe hîştin û reviyan. Lê pasdaran hespên wan kuştin û barên wan jî talan kirin.
Çend roj berê jî li devera Hewraman, pasdarên Îranê derdora 70 hesp û dewarên kolberan girtibûn û ji wan re gotibûn, eger hûn hespên xwe dixwazin divê hûn serê her hespekî 6 milyon tûmen (derdora 1000 dolarî) bidin!
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin