Iran: Mimkune Tirkiye û welatên Erebî werin hemberî hev

gelek welat û psporên din jî behsa vê mijarê kirine
کوردستان TV
100%

Rayedarekî Îranî dibêje vê li Sûriyeyê alozî çê bibin.

Sekreterê Konseya destnîşan kirina berejwendiyên rejîma Îranê Muhsîn Rezai daxuyand ku îxtîmala şandina leşkerên dewletên erebî bo Bakurê Sûriyeyê, dibe di navbera Tirkiye û welatên erebî de bibe sedema gengeşiyan û ev jî rîskek mezin e.

Sekreterê Konseya destnîşan kirina berejwendiyên rejîma Îranê Muhsîn Rezaî ji televîzyona Al Jazeerayê re axivî û derbarê plana DYAyê ya şandina leşkerên welatên erebî de got: "Hebûna leşkerên welatên erebî dibe ku li dijî Tirkiyeyê bibe sedema gengeşiyê ku ev jî rîskek mezin e. Plana şandina leşkerên erebî ya DYAyê hewlek xelet e."

Rojnameya Wall Street Journalê (WSJ) hefteya borî bi bîr xisti bû serokê DYAyê Donald Trump bi daxwaze ji Sûriyeyê leşkerên amerîkî vekşîne û şûna wan bi leşkerên dewletên Misir û dewletên kendavê ve dagre.

Wezîrê Karê derve yê Erebistana Siûdî Adil el Cubeyr çend roj berê, "Qatar heke naxwaze pêbaweriya DYAyê winda bike, divê leşkerên xwe bişîne Sûriyeyê."

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.