Washington Post: Qeterê ji bo berdana êsîran 50 milyon dolar daye rayedarekî Silêmaniyê

berpirsekî Silêmaniyê li Qeterê bertîl wer girtiye
کوردستان TV
100%

Qeterê ji bo serbestberdana êsîran, 150 milyon dolar daye 3 kesan ku yek ji wan berpirsekî bajarê Silêmaniyê ye.

Rojnameya Wasington Post a Amerîkayê çend belge belav kirine ku hikûmeta Qeterê ji bo azadkirina êsîrên Qeterê yên li Iraqê 150 milyon dolar daye Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran Qasim Suleymanî, berpirsekî rêveberiya bajarê Silêmaniyê û berpirsekî milîsên Şîe yê bi navê Ebû Husên.

Qeter ku weke welatekî dewlemend û xwedî gelek sermayedaran tê nasîn, bi sedan milyon dolar dane ji Heşda Şeibî, Ketîbeya Hîzbullaha Iraqê, Hîzbullaha Lubnanê û komên çekdar ên li Iraqê re, li hember wê jî çend dîlên Qeterê hatine berdan ku di sala 2015an de ji aliyê komên çekdar ve hatibûn revandin. Pere jî li bajarê Silêmaniyê hatiye radestkirin.

Rojnameya Wasington Post a Amerîkayê çend belge bi dest xistine ku di belgeyan de hatiye diyarkirin, Qeter bi sedan milyon dolar dane ji bo azadkirina dîlên taybet bi Qasim Suleymanî ku li derveyî sînorên Îranê, kesê yekem ê Supaya Pasdaran e.

Tomareke deng a Balyozê Qeterê yê li Iraqê Zeyd bin Seîd Xeyarîn ketiye destê Washington Post ku Xeyarîn ji kesê di ser xwe re dibêje "li gel komên çekdar bi 275 milyon dolar gihiştine rêkeftinê li hember azadkirina dîlan, radestkirina pereyan jî dê li bajarê Silêmaniyê were kirin".

Li gor tomara deng, 50 milyon tenê dane Qasim Suleymanî ku tê gotin bi azadî li Iraq û Sûriyê digere û di çend şer û pevçûnan de bandora wî hebûye. Herwiha 50 milyon dolar jî ji rayedarên bajarê Silêmaniyê hatiye dayîn ku hêsankarî di pêkanîna danûstandina pereyan de kirine.

Kesên ku beşdarî rêkeftina nepenî bûne û pere ketine destê wan tenê li ser asta lokal nemaye, hikûmetên Iraq û Îran û Tirkiyê, Bereya Nusre û du komên opozîsyona Sûriyê jî beşdar bûne. Li hinek deran tê gotin ku hemû dîl, li hember milyarek dolar hatine berdan. Lê belê ti belgeyeke fermî li ser wê yekê tine ye ku piştrast bike bi temamî çi qas pere hatiye dayîn.

Eşkerebûna vê nepeniyê di demekê de ye ku berî niha Amerîka û hevpeymanên wê, di çendîn civîn û konferansan de, Qeterê bi wê yekê tohmetbar kirine ku piştevanê darayî yê sereke yê komên çekdaran e.

Çîroka windabûna çend endamên malbata şah a Qeterê vedigere sala 2015an. Dema bi mebesta geştê hatine başûrê Iraqê, çekdarên mezhebî, hemû wan kesên ji Qeterê revandine û du sal ne xuya bûn.

Ji bo rizgarkirina êsîran, Qeter bi neçarî peywendî bi wan hêz û milîsên li Iraqê kiriye, lê wan grûpan bêberdêl ji bo Qeterê nexebitîne.

Hîzbullaha Iraqê ji Qeterê 25 milyon dolar wergirtiye, Heşda Şeibî 150 milyon dolar, Qasim Suleymanî yê ji Supaya Pasdaran a Îranê 50 milyon dolar wergirtiye, herwiha Suleymanî bi hevbeşiya çend berpirsên din ên Iraqê, ji 150 milyon dolarên din sûdemend bûye.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.