Koşka Spî ragehand ku, Serokê Amerîkayê Donald Trump di pêwendiyeke telefonî de ligel Serokwezîrê Israîlê Benyamîn Natenyahu pirs Îranê gotûbêj kir.
Di daxuyaniyekê de Koşka Spî ragehand ku, Trump û Natenyahu pirsa Îranê û destêwerdanên wî welatî di karûbarên navxweyî yên welatên Rojehlata Navîn de gotûbêj kirin.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di kongreyeke rojnamevanî de bi serokwezîrê Israîlê ragehandibû ku, tevgera Îranê di têkbirina aramiya Rojhelata Navîn metirsîdar e.
Herwiha Mike Pompeo daxwaz ji hevpeymanên xwe yên Ewropî kiribû ku, sizayên xwe li ser kesayetî û dezgehên Îranê tunditr bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin