Erbil 38°C Tuesday 29 Apr 22:07

Cîgirê Ruhanî: Dibe demek nêzîk de rewşa welat biguhere

rejîma Îranê ketiye nava tirs û fikaran
کوردستان TV
100%

Berdevkê hikûmeta Îranê û cîgirê serokkomarê Îranê Mihemedbaqir Newbext bi daxuyaniyekê ragehand, egerek zêde heye Amerîka xwe ji rêkeftina atomî vekêşe û pêwîste em xwe ji bo mercên nû amade bikin.

Li gor zanyariyên çapemeniya Îranê Newbext ku li bajarê Enzeliyê axift û hişyar kir ku mercên Îranê dibe ku demek nêzîk de bên guhertin û pêwîste em amadekariyên xwe ji bo wan guhertinên rewşê bikin û em amadebin bo mercên cuda yên nû.

Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron piştî serdana xwe ya Amerîkayê got: ‘’Egerek zêde heye serokê Amerîkayê Donald Trump xwe ji rêkeftina atomî ya li gel Îranê vekêşe û bi vê yekê ve rewşê de guhertin pêkbê.’’

Biryare roja 12.05.2018ê Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara xwe ya dawî derbarê vekêşandina Amerîkayê ya rêkeftina atomî ya Îranê ragehîne.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.