Erbil 38°C Tuesday 29 Apr 22:05

Îran zextên xwe li dijî kolber û kasibkaran zêdetir dike

hêzên çekdar rê nadin ew kasibkar vegerin malên xwe
کوردستان TV
100%

Li sînorê Pîranşar û Hawramanê nêzî hezar û 300 kasibkar hatine asteng kirin û rê nadin ku derbasî milê din ê sînor bibin.

Zextên rejîma Îranê yên li ser kasibkarên sînor berdewam dike. Li gorî agahiyên ji malpera Kolbernews hatî wergirtin, şeva borî 300 kasibkar li sînorê Kanî Xuda ya ser Pîranşar û îro jî nêzîkî hezar kasibkar li sînorê rêze çiyayên Tete ya ser bi Hawraman hatine asteng kirin û nahêlin derbaz bibin. Li gorî heman agahiyan şevê din zêdetirî sed kasibkar xwestine bi barên xwe ve bizivirin nava Rojhilatê Kurdistan, lê hêzên leşkerî yên Îranê vê yekê asteng kirine. Hat zanîn leşkerên Îranê êrîşî kasibkaran kirine û gelek kasibkar hatine binçav kirin. Hat zanîn di dema êrîşê de leşkerên Îranê gelek barên kasibkaran şewitandine û gelek bar jî li milê din yê sînor mane û nahêlin kasibkar barê xwe bigrin.

Li gorî agahiyek din îro hêzên Hikumeta Îranê li rêze çiyayên Tete yê Hawraman êrîş birine ser kasibkaran, gelek kes hatine binçavkirin û barê kasibkaran jî hatiye şewitandin. Hêjî gelek kasibkar li aliyê din yê sînorin û nikarin ji ber hêzên Îranê derbaz bibin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.