Erbil 38°C Thursday 18 Sep 07:14

Mesrûr Barzanî: Eger ne ji PDKê baya vê bo dagîrkeran stran gotibana

Mesrûr Barzanî: Nabe bi ti awayî xiyanet were jibîr kirin
کوردستان TV
100%

Mesrûr Barzanî dibêje tenê PDK dikare serweriya gelê Kurdistanê biparêze.

Di çarçoveya kempîna partiya demokrata Kurdistanê ya bo propagendeya hilbijartinên parlementoya Îraqê de, îro li bajarê Zaxoyê bi beşdariya endamê mekteb siyasiya PDKê Mesrûr Barzanî, civîneke girseyî hate organîzekirin.

Di civînê de Mesrûr Barzanî gotareke girîng pêşkêş kir  û daxwaz ji şêniyên Zaxoyê kir ku di roja 12ê gulanê de biçin ser sendoqên dengdanê û xiyaneta roja 16ê cotmehê jibîr nekin.

Mesrûr Barzanî got: Ew kesên ku îro devê xwe dirêjî pêşmerge, partiya demokrata Kurdistanê û deskeftiyên Kurdistanê dikin di dîroka xwe de ti destkefteke wan tuneye ku pê serbilindbin lewre neçarin êrîşî ser Pêşmerge, PDK û destkeftin gelê Kurdistanê bikin.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku tenê partiya demokrata Kurdistanê dikare berevanî ji destkeftên gelê Kurd û serweriya gelê Kurdistanê bike û hewl bo vê yekê bide ku serxwebûna Kurdistan û gelê Kurdistanê dabîn bike.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de got: Ew kesên ku di rojên sext û dijwar de li cem gelê Kurdistanê nebûne û îro di xweşiyê de daxwaz dengên gelê Kurdistanê dikin, ne hêjayê vê yekêne ku deng ji wan re were dayîn.

Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir ku ew kesên han heta niha yek rojeke nexweş nedîtine, yek saniye berevanî ji Kurd û Kurdistanê nekirine û av û agir nedîtine û ew kesên ku heta niha deqeyek li cem pêşmerge nebûne û bêrêzî li pêşmergeyan dikin, her ew kesên ku di dema xiyaneta 16ê cotmehê de çepik bo dagîrkeran û dijminên gelê Kurd li didan û eger ne ji PDKê bûba vê ew kesên han niha hozan û stiran bo dagîrker û neyarên Kurdistanê gotibane.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.