Erbil 38°C Thursday 18 Sep 07:14

Nêçîrvan Barzanî û Douglas Silliman behsa rewşa Îraqê kirin

Serokwezîrê Kurdistanê û balyozê Amerîkayê behsa çend mijaran kir
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê û balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê civiyan.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Douglas Silliman kir.

Di civînê de Douglas Silliman  hêviya vê yekê xwest ku aliyên Kurdî yekdengî û yekrêziya xwe li Bexdayê biparêzin û roeleke berçav bo serxistina hilbijartinên Îraqê û pêk anîna hikûmeta nû ya Îraqê bilîzin.

Di berdewamiya civînê de hêviya vê yekê hate xwestin ku hilbijartinên Îraqê bi rêkûpêkî û bi şefafî werin meşandin û piştî hilbijartinan jî aliyên Îraqî dest bi diyalogeke cidî bo damezrandina hikûmeteke nû li Îraqê bikin û rewşek bi afirênin ku aramiya siyasî û ewlekarî li welat berqerar be û welat jî di warê abûrî de pêşdeçûnan bi xwe ve bibîne.

Di beşeke din ya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê jî behsa prosesa propagendeya hilbijartinan li Kurdistanê û aramiya porsesa han kir û hêvî xwest ku prosesa dengdanê jî bi aramî û bi şefafî were meşandin.

Barzanî tekez kir ku ew hewlên cidî didin daku aliyên Kurdî li parlementoya dahatû ya Îraqê de weke yek tîm kar bikin û yekrêziya xwe biparêzin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.