Îsraîl dîsa lêda û 8 leşkerên Îranî hatin kuştin

8 îranî û ewin din jî endamên hizbilahê ne
کوردستان TV
100%

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dîyar kir ku di êrîşa Îsraîlê ya dijî bingeheke nêzî Şamê 15 kes hatine kuştin û 8 ji wan ji Îranê ne.

SOHR’ê da zanîn ku armanca êrîşê yekîneyên Îranê û çekdarên Hizbulahê bûn.

Li Sûrîyê bi sedan leşkerên Îranê hene û karbidest didin zanîn ku ew bo Artêşa Sûrîyê şîretvanîyê dikin.

Bi hezarên çekdarên din yên ku ji alîyê Îranê ve hatine fînanse û perwerde kirin jî hevkarîya Artêşa Sûrîyê dikin.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.