Erbil 38°C Tuesday 29 Apr 22:05

8 endamên DIŞIê li Îranê vê werin îdamkirin

par li îranê çend êrîş pêk anî bûn
کوردستان TV
100%

Ji ber êrîşa li ser parlamentoya Îranê cezayê darve kirinê bo 8 kesan hat derxistin.

Televîzyona fermî ya Îranê îro 13.05.2018ê ragehand, li ser êrîşa parlamentoyê û gora Xumeynî ya par pêkhat û di wê bûyerê de 18 kes hatibûn kuştin, dadgehê cezayê darve kirinê daye 8 kes an.

Di destpêka meha Xizîrana 2017ê ku êrîş li ser parlamentoyê û gora Xumeynî hatibû kirin û di êrîşa ku DIŞIê girtibû ser xwe û wek êrîşa yekem a DIŞIê ya li ser Îranê hatibû pênase kirin de 18 kes miribûn û hejmarek kes jî birîndar bibûn.

Kanala televizyona Îranê aşkera kir, ku dadgeha şoreş piştî 7 rûniştinan cezayê darve kirine bo 8 kesan hatiye dayîn û hûkmê dadgehê dikare biçe temyîzê jî.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.