Erbil 38°C Tuesday 29 Apr 22:05

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, barên kolberan dişevitînin

Îranê vê carê barên kolberên Kurd şewtand
کوردستان TV
100%

Hêzên Întizamî yên hikûmeta Îranê, di bajarê Pîranşarê de, barên kolberên ku dest bi ser de girtibûn şevitadin.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, di bajarê Pîranşarê de, hêzên Întizamî yên hikûmeta Îranê, dest bi ser barên hejmarek ji kolberên vî bajarî de girtin û şevitandin.

Cihê basê ye ku, ev barên kolberên Kurd ku hatine şevitandin, cigare û kincên zarokan bûne.

Destbiserdegirtin û şevitandina barên kolberên Kurd, yên ji aliyê hêzên Întizamî yên hikûmeta Îranê ve, di demekê ye ku, hevwelatiyên Kurd, bi sebeba betallî û nebûna kar rû li vê pîşeya metirsîdar a kolberiyê di deverên sînorî de dikin.

Hêjayî basê ye ku tenê kolberî çavkaniya dahata bijêva wan hevwelatiyan tê hesibandin.

Navendên hikûmetî, li jêr navê “qaçaxa kelûpelan” digel kolber û kasibkaran di Kurdistanê de reftarê dikin.

Li gora benda 1 a madeya 2, kelûpelên qaçax, hekî nirxa kelûpelên ku têne anîn, buhaya wan ji 1 milyonî Tûmenî kêmtir be, weke tawan nayê hesabkirin, û di piraniya deman de jî kelûpelên ku ji aliyê kolberan ve tên anîn, buhaya wan ji yek milyonî Tûmenî kêmtir e.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.