Balyozxaneya Amerîka ya li Orşelîmê, ku ji Telavîvê hatibû veguhastin, li ber e ku îro duşemê vebe.
Filistînî amadekariyên protestoyên berfireh dikin û li alîyê Îsraîlê jî pîrozbahî li dar dikevin.
Şandeya ku Wezîrê Darayî yê Amerîka Steven Mnuchin pêşengiya wê dike do Yekşemê giheşt Îsraîlê.
Li ber e ku keça Serok Trump, Ivanka Trump û mêrê wî Jared Kushner jî beşdarî merasîma vekirina balyozxaneyê bibin.
Bo ewlekariya merasîmê bi qasî 1000 polîs li dora avahîya balyozxaneyê bi cîh bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin