Li gor raportên çavkaniya tenduristiya parêzgeha Kirmaşanê di heyama çend rojên borî de ji ber xwarina kuvarkên jehrî 5 kesan jiyana xwe ji dest daye û 210 kes jî rakirine nexwaşxaneyan.
Rêveberê serokê navenda bûyerên Kirmaşanê Dr. Saêb Muderisî ragehand: ‘’Bi giştî ew 210 kesên ku jehrî bûne ji wan 106 kes ji nexwaşxanê bo mal hatine rêkirin, 8 kes hîn di beşa lezgîn de ne û 41 kes jî li nexwaşxaneyên pispor hatine razandin û sedem jî xwarina kuvarkên jehrî bûye.’’
Muderisî got: ‘’Ji wan kesên ku jehrî bûn, ji wan 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û ji wan kesên ku bûn qurban yek ji wan zilameke 60 saliye.’’
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin