Îsraîlê hemwelatiyên xwe bo çûna Tirkiyeyê hişyar kir

Îsraîl dibêje nabe welatiyên me biçin tirkiyeyê
کوردستان TV
100%

Tirkiye piştî pevçûna li sînorê Xezzeyê bertekek tund nîşanî Îsraîlê dabû, bersiva Îsraîlê ji Wezîrê Tûrîzmê Yariv Levin ve hat. Levin Tirkiye rexne kir û ji hemwelatiyên xwe yên îsraîlî xwest ku li dijî helwesta Enqereyê serdana Tirkiyeyê nekin.

Wezîrê Tûrîzma Îsraîlê Yariv Levin daxuyand ku heke helwesta Tirkiyeyê dewleta Îsraîlê wisa dewam bike, ji bo çûna Tirkiyeyê ti sedemên me namînin. Ji aliyê din ve Wezîrê Ragihandinê û Îstîxbarata Îsraîlê Yisrael Katz jî ji Ynetê re axivî û got: "Di navbera Tirkiye û Îsraîlê de tansiyonek zêde heye, lê ti sedemek tarîxî tuneye ku Îsraîl qirkirina ermenan nas neke."

Ktaz gotinên xwe wiha domand, "Erdogan gengeşiyên li dijî Îsraîlê aloztir dike, ew endamekî birayên misilmanan e û dijmenekî Îsraîlê yê îdeolojîk e."

Beriya niha parlamenterê Yekîtiya Siyonîstan Itzik Şumuli û ji partiya Likud a serokwezîr Benyamin Netanyahu parlamenter Amir Ohana, daxuyandibûn ku dibe bo naskirina qirkirina ermenan pêşnûmayekê radestî parlamanetoyê bikin.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.