Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo got ku heke Îran bi ya me neke, em ê zextên xwe girantir bikin.
Mike Pompeo beşdarî panela bi navê “Ji bo Îranê Stratejiyeke Nu” bû. Di panelê de Pompeo wiha axivî: “Ji bo ku em bi Îranê re peymaneke nû çêbikin, 12 şertên me hene. Lê heke Îran şertên me qebûl neke, heta bi guhertina rejîmê jî di rojeva me de ye. Em ê zextên gelekî giran deynin ser Îranê ku heta niha nehatiye dîtin. Bila pêşdarên li Tahranê vê yekê baş bizanibin. Ev zext di dîrokê de wê bibin zextên herî giran.
Hinek ji wan 12 şertên Amerîkayê wiha hatin rêzkirin:
“1.Divê Îran muameleya xwe ya li dijî welatiyên xwe biguherîne.
2.Divê Îran hemî xebatên xwe yên çekên nuklerî ji Saziya Enerjiya Atomê ya Navnetewî re bibêje.
3.Divê Îran bihêzkirina Uranyumê bisekinîne.
4.Divê Îran bê şert û şurût destûra têketina tesîsên nukler bide.
5.Divê Îran hemî hêzên xwe ji Sûriyê bikişîne.
6.Divê Îran hemî girtiyê Amerîkî yên li Îranê serbest berde.”
Kurdpa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin