Rêveberiya karûbarên şehîd û enfalkiriyan ya Silêmaniyê ragihand, li bajarê Silêmaniyê hinek kes malbatên şehîd û enfalkiriyan dixapînin û dirav ji wan distînin.
Rêveberiya karûbarên şehîd û efalkiriyan ya Silêmaniyê ragihandiye, di heyama çend rojên borî de hinek kesan telefonî malbatên şehîdan kirine û li ser navê Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan derew li wan kirine û ji wan re gotine, hikûmet dê erd bide we!
Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin, wan kesan piştî ku qaşo mizginî dane malbatên şehîdan, daxwaza dirav ji wan kirine da ku piroseya wergirtina zevî û erd bo wan zûtir pêk were!
Rêveberiya karûbarên şehîd û enfalkiriyan ya Silêmaniyê bang li malbatên şehîdan kiriye, hişyar bin û eger tiştekî wisa hebe yekser wan agahdar bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin