Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 07:14

Siûdiye dixwaze pêşî ji Qeterê bigre

Siûdiye naxwaze Qeter pergala mûşekî bistîne
کوردستان TV
100%

Siûdiye naxwaze Qeter pergala mûşekî bikre.

Rojnameya Le Monde a Frensî ragihand ku Erebistana Siûdî dixwaze Frensa alîkariya wê bike ku nehêle welatê Qeter sîstemeka berevaniyê ji Rûsya bikire.

Le Monde got wê nameyeka Şahê Siûdî Selman dîtiye ku ji Serokê Frensa Emmanuel Macron re nivîsandiye û tê de “xemên xwe yên kûr” derdibire li dor niyaza Qeter a kirîna mûşekên S-400, ku sîstema berevanî ya herî pêşketî ye li Rûsya.

Li gor Le Monde, name dibêje eger ev mûşek bên şandin “dê Erebistana Saudî hemî pîvanên pêwîst bide ber çavan ji bo jinavbirina sîstemê, din av de jî kiryara leşkerî.”

Tê zanîn, Erebistana Saudî û hin welatên din ên Ereb sala borî li dijî Qeter rawestiyan bi tawanbariyên piştgiriya terorîzmê, lê Qeter wan tawanbariyan red dike.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.