Erbil 38°C Wednesday 30 Apr 02:50

Qeterê li hember Îranê helwesta xwe eşkere kir

Qeter dibêje di şerê dijî Îranê de cê nagire
کوردستان TV
100%

Cîgirê Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Berevaniya wî welatî Xalid El-Etiye ragehand ku, ew beşdariyê di şerê li dijî Îranê de nakin.

Di çarçoveya kongreyeke navnetewî derbarê ewlehiyê de ku, niha li Sengafora tê li darxistin Cîgirê Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Berevaniya wî welatî Xalid El-Etiye tekez kir, tevî ku, nakokî di navbera me û Îranê de hene lê ev yeke nayê wê wateya ku, Dewha tevlî şerê li dijî Îranê bibe.

Herwiha Wezîrê Berevaniyê yê Qeterê da zanîn ku, Îran welateke cîran e û pêwîste welatên navçeyê li ser maseya danûstandinê pirsgirêkên xwe pêre çareser bikin, daku, aştî û aramî li navçeyê bi cih bibe ne vêxistina şerekê.

Derbarê pirsa eger şereke li dijî Îranê rûda Qeter wê rê bide binkeyên wê yên esmanî ji operasyonan re bêne bikaranîn wezîrê Qeterî got ku, welatê me aştîxwaze ne şer xwaze û ez bawernakim Amerîka biryara şer li dijî Îranê bistîne.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.