Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 09:10

Merkel û Netanyahu ser peymana navokî kom dibin

behsa peymana li gel Îranê kirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û hevtaya wî ya Alman Angela Merkel îro Duşemê li Berlînê kom dibin.

Her du alî dê ser peymana navokî ya bi Îranê re biaxifin. Îsraîl ji welatên Ewrupa dixwaze ku siyaseta xwe ya dijî Îranê tund bikin.

Netanyahu piştî Berlînê dê bi şev derbazî Parîsê bibe û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron re bicive. Netanyahu dê dûre jî li Londonê bi Serokwezîra Brîtanya Theresa May re hevdîtinekê li dar xîne.

Serokê Amerîka Donald Trump di serê Gulanê de vekişandina ji peymana navokî ya bi Îranê re ragihandibû. Îsraîlê ser vê biryara Amerîka razîbûna xwe nîşan dabû.

Almanya, Fransa, û Brîtanya dîyar dikin ku peymana navokî ya bi Îranê re, rê li ber pêşdebirina çekên navokî digire û hewil dabûn ku Amerîka di peymanê de bimîne, lê bi ser neketibûn.

Netanyahu dixwaze ku Îran bernameya xwe ya navokî bi temamî biqedîne û ji Sûrîyê jî vekişe.

Serokwezîrê Îsraîlê dabû zanîn ku tevî ku Îranê peyman îmza kiriye, bernameyeke veşartî dimeşîne û dîyar kiribû ku îstixbaratê li ser vê ji arşîvekê Tehranê bi deh hezaran belge bi dest xistine.

Voa

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.