Erbil 38°C Wednesday 30 Apr 02:50

3 fermandarên îranî di pevçûnan de hatin kuştin

li Sûriyeyê rojane leşkerên Îranî tên kuştin
کوردستان TV
100%

Hat ragihandin ku li gundê Bêwrana bajarê Serdeştê di navbera pasdarên Îranê û grûbeke çekdar de şer derket.

Li gor zanyariyên berdest, li gundê Bêwran ê bajarê Serdeştê di navbera pasdarên Îranê û grûbeke çekdar de şer derket. Li gor agahiyan di pevçûnan de herî kêm 2 pasdar hatin kuştin.

Medyaya Îranê di nûçeya xwe de ragihand ku şevê din li gundê Bêwran yê Serdeştê, grûbeke çekdar êrişî pasdarên Îranê kirin. Li gor nûçeyê di wî şerî de herî kêm 2 pasdarên îranî bi navê Yusuf Pirane û Mehbub Qurbani hatine kuştin ku her du jî fermandar in û çend pasdarên din jî birîndar bûne.

Herwiha li gor çavkaniyen opozîsyona Sûriyeyê fermandarekî pasdaran ê Îranê bi navê Xelîl Textînejad li derdora bajarê Deraya Sûriyeyê di pevçûnan de hatiye kuştin.

Sputnik

 

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.